08 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2017
DIYARBAKIR
Şaredariya Farqîna Diyarbekirê ya ku Wezareta Karên Navxweyî wezîfedarî lê kir ji aliyekî va 36 milyon lire deynê ji rêveberiya berê maye dide û ji aliyekî va jî projeyên bi kêrî welatiyan tên dike rewacê.
Şaredariya Farqînê ya lê wezîfedarî hat kirin ji bo cihê ku navçe pêşkeve û hemû çavkaniyên kamuyê rasterast xizmet bên dayîn, hewll dide.
Li Farqînê piştî îlankirina "xweseriya" qaşo Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê der barê Yuksel Bodakçiya Şaredara Farqînê da li gor xala 302yemîn a TCKyê bi sûcê "xirabkirina yekîtiya dewletê û bihevratiya welêt" jêpirsîn da destpêkirin û di vê çarçoveyê da ewilî ji wezîfeyê hat hildan û paşê jî hat girtin.
Wezareta Karên Navxweyî jî Qaymeqamê navçeyê Adem Çelîk ji bo şaredariyê wezifedar kir.
Li navçeyê bi telîmata Çelîk projeyên nû dest pê kirin û ji aliyekî va jî 36 milyon lire deynê ku ji rêveberiya şaredariyê ya berê maye tê dayîn.
Çelîk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di xizmetên şaredariyê da mijara wan a sereke zarok û ciwan in, di çarçoveya xebatên li ser mijarên ku ev kesan lê hesret mane da ciyên sporê ava dikin.
Çelîk destnîşan kir ku ji bo avakirina qadên voleybol, basketbol û fitbolê dest bi xebatan kirin, bi xêra vê ciwanê li qadan bikaribin sporê bikin.
Çelîk bal kişand ku van xebatan bi piştgiriya Şaredariya Gebzeyê û Serokatiya Teşkîlata Spor Totoyê dikin, wekî mayîn li 18 taxan ji bo zarokan parkên piçûk çêdikin, dixebitin ku qasî îmkanên wan têrê dikin ji taxên li dûrî navçeyê jî parkên piçûk çêbikin, hetanî nika li 4 taxên dûrî navçeyê park ava kirin.
Çelîk got ku ew ê li navenda bajêr ciyên welatî dikarin lê rûnin û çayê vexwin, zarokên wan lê bilîzin û dema xwe lê derbas bikin ava bikin, ji bo vê jî 2 milyon lire budçe veqetandin.