Muhammet Kurşun
08 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2017
ANKARA
Serokatiya Diyanetê ya Tirkiyê ji bo rewşa Mescida Eqsayê û hewla Amerîkayê ya li ser Qudsê xutbeyek da ku tê de wiha tê ragihandin: "Do bawermend ji Mescida Eqsayê dihatin derxistin, îro jî dixwazin Qudsê îşxal bikin û wê wek paytextê Îsraîlê bidin qebûlkirin. Divê baş were zanîn hewldanên wiha bêperwa dê Qudsê û derdora wê bike qada pevçûn û şer. Ev hewldanên ku nayên qebûlkirin di heman demê de derbeyeke mezin in li hemberî wijdanê mirovahiyê. Gavên bitalûke ne li dijî aramî, aştî û ewlehiyê. "
Xutbeya ku ji bo Qudsê û Mescida Eqsayê hat amadekirin li 81 wîlayetan, 87 hezar û 935 camiyan ji bo 17 milyon kesî hat xwendin. Herwiha li Fransa, Almanya û Awustiryayê jî hat xwendin.
Di xutbeyê de bal hat kişandin ser ehemmiyeta Qudsê ji bo Misilmanan û mijar bi van îfadeyan hat ravekirin:
“Quds roniya çavên me ye. Quds hesreta me ya bêdawî ye. Quds, bûye qada mucadeleya tewhîdê ya bêjimar pêxemberan. Bajarekî bi nav û derdora xwe pîroz û mubarek hatiye dêrandin. Quds, Muqeddesata Şerîf e. Bi navê din Beytul Meqdîs e. Bi hezarê salan e ji gelek şaristaniyan re dergûşî kiriye, li Qudsê û derdora wê Hezretî Îbrahîm, Hz. Yaqûb, Hz. Mûsa, Hz. Suleyman û Hz. Îsa digel gelek pêxemberên din jiyane. Mêvanê herê dawîn yê Qudsê jî Pêxemberê me Mûhemmed Mistefa (s.e.w) e ku bi Îsra û Mîracê çûye wir. Qibleya yekem a Îslamê Mescida Eqsa li Qudsê ye.”
Hat bibîrxistin ku Quds ji bo hemû mirovahiyê xwedî cihekî taybet e:
“Quds û Mescida Eqsa mizgînî û emaneta Pêxemberê me ne. Quds li ber dilê her bawermendî ezîz e û xweşdivî ye. Quds ne axeke ji rêzê ye. Quds ne tenê ji bo welatiyên derdora Filîstînê meseleya hemû Misilmanên dinyayê û mirovahiyê ye."
Li ser tarîx û serboriya Qudsê jî behsa edaleta Hezretî Umer hat kirin û wiha agahî hatin dayîn:
“Quds bi fetha Hezretî Umer gihîştiye aramiyê. Misilmanan salên dirêj li Qudsê rêveberiyeke adilane meşandiye. Rêz li can, mal û baweriya herkesî nîşan dane. Heta yên ne Misilman jî xwe spartine edaleta Îslamê. “
“Yên li Qudsê û derdora wê dijîn rastî zext, şiddet û çewisandinê tên ku ev muamele dijî mirovahiyê ne. Azadiya jiyan, bawerî û fikran bi awayekî bêmerhemet tê binpêkirin û nasname, şexsiyet û rûmeta wan hedef tê girtin."
Li ser muameleya Îsraîlê ya li vê derê jî wiha nirxandin hat kirin:
“Do bawermend ji Mescida Eqsayê dihatin derxistin, îro jî dixwazin Qudsê îşxal bikin û wê wek paytextê Îsraîlê bidin qebûlkirin. Divê baş were zanîn hewldanên wiha bêperwa dê Qudsê û derdora wê bike qada pevçûn û şer. Ev hewldanên ku nayên qebûlkirin di heman demê de derbeyeke mezin in li hemberî wijdanê mirovahiyê. Gavên bitalûke ne li dijî aramî, aştî û ewlehiyê."
Herwiha îfadeyên wiha di xutbeyê de cih girtin:
“Rastiyek heye ku divê em ji muameleya li ser birayên me yên li alema Îslamê dersan derxînin. Werin em bi hişmendiya ummetê biratiya xwe ya îmanê bihêz bikin. Werin em rûmet û heqên hev biparêzin. Ji bo em ji zehmetî, êş û mehrûmiyetan xelas bibin her yek ji me divê bi hemû hêza xwe bixebite. Em bawerî û nirxên xwe bijîn û derbasî neslên nû bikin.”
Di dawiyê de jî ji bo Quds û Mescida Eqsayê dua hat kirin û hat daxwazkirin ku xelkê Filîstînê ji mezlûmiyetê xelas bibe.