30 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2016
ANKARA
Di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) da bi erkê Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (BHK) da madeya 'lêpirsîna ewlekariyê' li şertên ku bona memûrtiya dewletê tên xwestin, zêde kirin.
Di BHKya 676ê da, ku di Rojnameya Fermî da belav bû û ket rewacê, bi sernavê "Der heqê Personelê Qamûyê da hin Verastkirin" va hin xalên nû li şertên karmendiyê zêde kirin.
Lêpirsîna ewlekariyê û/an jî lêkolînê arşîvê
Li gorî verastkirina nû şertê "cîbicîanîna lêpirsîna ewlekariyê û/an jî lêkolînê arşîvê" li şertên giştî yên memûrtiya dewletê hat zêdekirin.