05 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2016
BATMAN
Şaredariya Beşîriya navçeya Batmanê ya ku yek ji wan 28 şaredariyan e ku Wezareta Karên Navxweyî bi erkê Biryarnameya di Hukmê Qanûnê da (BHQ) wezîfedarkirin lê kir, dest bi xizmetên xwe kir.
Waliyê Batmanê Ahmet Denîz xebatên şaredariyê yên asfaltê di cih de kontrol kir û çû seredana Qaymeqam Mustafa Maslak ku bi BHQyê va wekî cîgirê Şaredar hatibû tayînkirin û li meqama wî, ew ziyaret kir.
Denîz piştra digel Maslak û Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Abdulkadir Ozer esnaf ziyaret kirin û pirsgirêkên wan guhdarî kir.
Denîz herwiha bal kişand ku armanca wan a sereke, xizmeta gel e û wiha pê da çû:
"Wezîfeya eslî ya hem yên ku hatine hilbijartin û û him jî yên ku hatine tayînkirin, xizmet e. Em mecbûr in ku xizmeta bona gel wekî xizmeta bona Xwedê bibînin. Di helwesta dewletê da û di kevneşopiyên me da ev heye. Însanê me layîqî tiştinên baş e. Welatiyên me bi taybetî jî bi helwest û sekna xwe ya piştî 15ê Tîrmehê îsbat kir ku dilsozê welatê xwe ye. A ku dikeve ser milên me jî xizmeteke pak e. Înşellah welatiyên me dê memnûn bin, em bona vê li vir in."