Haydar Şahin,Nihat Kavşut
06 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2017
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekir Bozdag got, "Nika hikûmeta me û dewleta me biryar dane ku kîjan gavê li gor kîjan helwesta Rêveberiya Herêma Bakurê Iraqê nîşan dide biavêje. Heke guherînek çênebe ev gavan ew ê li gor dema xwe bên avêtin."
Bozdag di weşana zindî ya Kanal 24ê da pirsên hatin pirsîn bersivand û der barê rojevê da daxuyanî da.
Bi bîra Bozdag xistin ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî referanduma nemeşrû ya Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) got "qada hewayê û sînor ew ê bên girtin", li ser vê Bozdag diyar kir ku ji bo Tirkiyeyê û hiqûqa navneteweyî biryardayîn û kirina referanduma HKIyê ya nemeşrû di hikmê tunebûnê da ye. Bozdag destnîşan kir ku HKIyê ligel vê ev gava avêt, di Lijneya Wezîran û Lijneya Ewlekariya Neteweyî da biryar hat dayîn ku Tirkiyeyê di vê mijarê da çi bike û nexşerê hat eşkerekirin, tezkere pêşda hat hildan û tetbîqat dan destpêkirin.
Bozdag bi bîr xist ku firînên ber bi Hewlêr û Silêmaniyê hatin sekinandin û mixatabê Tirkiyeyê Hikûmeta Navendî ya Iraqê ye û wiha axivî: "Nika hikûmeta me û dewleta me biryar dane ku kîjan gavê li gor kîjan helwesta Rêveberiya Herêma Bakurê Iraqê nîşan dide biavêje. Heke guherînek çênebe ev gavan ew ê li gor dema xwe bên avêtin."
Li ser pirsa ku digot "Gelo girtina Xabûrê jî ji di nav biryaran da heye?" Bozdag got, "Niha em bêjin firîn hatin betalkirin û qada hewayê vekirî ye. Ya ku Serokomarê me qaldike ew e ku jibinîva qada hewayê bê girtin, sînor bê danîn, alternatîfên din jî hene. Dibe ku hemûyên wan bibin."
Bozdag li ser pirsa "Rêya ku HKI dev ji vê berde çi ye? Hûn çi hêvî dikin?" wiha got: "Ya yekem divê HKI hemû encamên referandumê betal bike û vê jî îlan bike. Ya duyem divê cardin îlan bike li gor yekîtiya axa Iraqê, yekîtiya siyasî, mafên desthilatdariyê û destûra bingehîn wê tevbigere. Ya sêyem divê bi eşkereyî îlan bike li herêmê daxwaza guherandina statuyan nake û niyeteke wiha tuneye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî bi hikûmeta navnedî ra pêwendiyan dayne."
Bekir Bozdag li ser pirsa der barê "Tetbîqatên li ser sînor dewam dikin û îhtimal heye Tirkiye bikeve Efrînê?" da wiha got: "Hemû geşedanên li Iraq û Sûriyeyê rasterast bi ewlehiya neteweyî ra eleqedar in û ji bo ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê talûke ne."
Bozdag destnîşan kir ji bo li Enqereyê her kes rehet be divê Tirkiye wekî Enqereyê bi wan deran ra eleqedar bibe û wiha got: "DYA ji bo DEAŞê ji herêmê paqij bike bi PYD û YPGya şaxa Sûriyeyê ya PKKyê ra hevkariyê dike. Ji bo rêxistineke terorê bê berterefkirin rêxistineke din tê emilandin û ev xeletiyeke mezin e. Divê dev ji vê xeletiyê berdin."