Haydar Şahin
04 Gulan 2018•Rojanekirin: 05 Gulan 2018
DIYARBAKIR
Pervîn Buldana Hevseroka Giştî ya HDPê der barê namzedê serokomariyê yê hilbijartina 24ê Hezîranê da got, "Selahattîn Demirtaş wekî îtifaqa gelê Kurd û partiyên siyasî yên Kurd namzedê hevpar ê serokomariyê ye."
Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan û Ahmet Turk li otêleke li Diyarbekirê daxuyanî dan çapemeniyê û diyar kirin ku namzedê HDPê Selahattîn Demirtaşê Parlementerê Stenbolê ye.
Buldana Hevseroka Giştî ya HDPê got, "Selahattîn Demirtaş wekî îtifaqa gelê Kurd û partiyên siyasî yên Kurd namzedê hevpar ê serokomariyê ye. Di demeke wiha dîrokî da êdî wextê civaka Tirkiyeyê û gelê Kurd tune ku bidin der. Selahattîn Demirtaş bi tenê namzedê Kurdan nîne, namzedê Siryanî, Êrmenî, Elewî, jin û ciwanan e. Demirtaş hinceta hêviyê ye. Nika ya lazim dike em pêk bînin ew e ku em li Selahattîn Demmirtaş xwedî derkevin."
Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê berê Ahmet Turk di çalakiya danasîna namzedê serokomariyê ya li Diyarbekirê da diyar kir ku namzedê HDPyê yê namzediya Serokomariyê Selahattîn Demitaşê Heserokê Giştî yê HDPê yê berê ye.