Sevim Hatun
19 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2016
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ji Banaya 7 salî û Diya wê Fatmayê ku ji bo agirbest û tehliyekirina li herêma rojhilatê Heleba Sûriyeyê, ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û wî alîkarî xwestin re got: "Em ji bo ewlekariya we û bi hezaran kesên din çi hewceye dikin."
Banayê piştî ku atêşa rejima Beşşar Esed û komên terorê yên alîgirê rejimê agirbest îxlal kirin bi alîkariya diya xwe li ser hesabê Twîtterê ji Serokomar Erdogan û Çavuşoglu re peyam şand. Banayê wiha nivîsî: "Ji kerama xwe re, ji kerama xwe re agirbestê bidin destpêkirin û ji bo tehliyekirina me rê vebikin. Em zehf westiyane."
Çavuşoglu jî wiha bersiv da Banayê: "Xwuşka min zehmetiyên li meydanê ewê nikaribin pêşiya me bigirin. Bila dilê we rihet be, em ji bo xilaskirina we û bi hezaran kesên li wir çi hewceye dikin."
Banayê berê jî ji ber îxlalkirina agirbestê ji Çavuşoglu alîkarî xwestibû, Wezî Çavuşoglu jî wiha bersiv dabûyê: "Hêviya xwe nebire xwuşka min. Tirkiye guh dide bangewaziya te. Em ji bo dawî lê anîna rojên reş ên tu û bi hezaran zarokên sûriyeyî dibînin hewl didin."