18 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2016
KAYSERÎ
Sererkan Orgeneral Hulusî Akar: "Rêxistina terorê ya cudaxwaz ku di encama operasyonan da derbeyeke giran xwar û ji ber ku li seheyê bi komandoyên me yên qehreman nikare, berê xwe daye rêbazên xaîn û qeleş da ku hebûna xwe bidomîne."
Orgeneral Akar li Qişlaya Fermandar Vecîhî Akin Fermandariya Tûgayê ya Komandoyê ziyaret kir. 14 leşkerên ku di êrîşa terorê ya nêzî Zanîngeha Erciyesê da şehît bûn, li ser fermandariyê bûn.
Akar bi merasima fermî hat pêşwazîkirin û silav da leşekran û got ku "Serê me sax be".
Akar piştî merasim û xwendina Sirûda Îstiqlalê bangî leşkerên Fermandariya Tûgayê kir.
Orgeneral Akar diyar kir, 1emîn Fermandariya Tûgayê ya Komandoyê ya Qeyseriyê di têkoşîna rêxistina terorê ya cudaxwaz da pareke xwe ye mezin heye û wiha got: "Rêxistina terorê ya cudaxwaz ku di encama operasyonan da derbeyeke giran xwar û ji ber ku li seheyê bi komandoyên me yên qehreman nikare, berê xwe daye rêbazên xaîn û qeleş da ku hebûna xwe bidomîne."
Akar got ku ev êrişên nemerd wê tu carê leşkerên qehreman nede sekinandin û wiha axivî: "Ji bo ku alaya me ya sor a ku sembola dîroka me ya bisalan e li asîman azad biheje we her tim singê xwe kire sîper. Qehremanên ku bi nêrîna "heke bimrim şehîd im û heke bimînim jî xazî me" tevdigerin û ji ber eşqa welêt û gel dahatûya xwe feda dikin, di rûpelên ezîz ên di dîroka me ya navdar de cihên xwe girtin."
Sererkan Orgeneral Akar wiha dewam kir: "Weke heta roja îro, ji vir şûnda jî bi îlhama ku em ji dîroka xwe hildidin û bi piştgiriya milletê me va heta ku terorîstek jî bimîne em ê têkoşînê bidin, bila şika kesî tunebe. Ewladên me, endamên artêşa me ya qehreman ji bo yekîtiya welêt û gel şehîd ketin. Ji ber vê merdî û wêrekbûna wan ew ê wek sembola yekîtiya gelê tirk heta hetayî di dilê me de bijîn."
Orgeneral Akar wiha got, "Ev gelê xazî û qehreman, çawa ku di her heyama dîrokê de pirsgirêkên ku niha em dijîn derbas kiribe, wê di nav demeke kin da van pirsgirêkan jî çareser bike û didahatûya ronahî de ji siberojên xwe bawer wê bijî."
Wezîfeya me ya bişeref ew e ku em wekî pasewanên îro û yê sibê yê miletê me ezîz di her şert û mercê da têkoşîna xwe bidomînin. Bi vê wesîleyê va ez bona hevalên me yên ku duhê di êrîşa qeleş û xaîn da gihîştin mertebeya şehîdiyê, bona hemû şehîdên me ji Xwedayê mezin rehmetê, ji malbatên wan ji hevalên û ji miletê me ra sersaxiyê dixwazim û bona xaziyên me jî şifayê dixwazim."
Sererkan Orgeneral Akar piştî axaftina xwe digel leşkerên li Tûgayê firavîn xwar.
Akar di vegera xwe ya baregehê da slav da welatiyên amadebû û wiha got, "Hêsa bin, têkoşîna me ya dijî terorê dê heya dawiyê bidome."
Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Salîh Zekî Çolak jî di ziyaretê da beşdariya Akar kir.