Sevim Hatun
06 Îlon 2017•Rojanekirin: 06 Îlon 2017
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ji bo rewşa misilmanên arakanî yên ji ber bûyeran mecbûr man xwe bispêrin Bangladeşê di cî da bibîne wê di 7-8ê îlonê de Bangladeşê ziyaret bike.
Li gor daxuyaniya ku Wezareta Karên Derva belav kir Çavuşoglu ji bo rewşa 120 hezar penaberên Rohîngayê yên ku ji ber bûyerên li Arakana eyaleta Myanmarê xwe sipartin Bangladeşê li cî bibîne wê here Bangladeşê. Hat gotin ku wê Çavuşoglu destnîşan bike ku Tirkiye piştgirê wan e.
Çavuşoglu di çarçoveya ziyaretê de wê li Dakkayê bi rayedarên bangladeşî re bicive û li vir bi nûnerên saziyên alîkariyê re were bal hev.