Ekip
06 Îlon 2017•Rojanekirin: 07 Îlon 2017
MERSÎN
Li Yenîşehîra navçeya Mêrsînê terorîstekî ku li dijî navenda polêsan amadehiya êrîşa bibombe dikir, hat berterefkirin.
Serdozgerê Komarê yê Mêrsînê Mustafa Ercan daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku hêzên ewlehiyê terorîstekî ku dixwest êrîşeke bibombe bibe ser Navenda Polesan a Sala 50emîn bi operasyoneke serkeftî berteref kir.
Ercan wiha axivî:
"Li gor texmîna me terorîst endamê DEAŞê ye. Em ê di demekê kin de daxuyaniyeke berfireh bidin. Ev hewldana êrîşa bibombe bi saya xebata hêzên me yên ewlehiyê şikur çênebû. Li ser terorîst yêlegê bombeyê hat bidestxistin."
Li gor daxuyaniya Walîtiyê jî mêrekî ku bi hereketên şikbar 50 metre nêzîkî Amîriya Navenda Polêsan a Sala 50emîn bû hat dîtin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ew kesê hat dîtin li ser îqaza "bisekine" nesekinî û ber bi navenda polês ve meşiya, dema destê xwe dirêjî kabloya ber bi xwarê ve bû dirêj kir hate bêtesîrkirin.
Herwiha hat diyarkirin ku ji bo tesbîtkirina nasnameya zilamê hat kuştin û têkiliyên wî yên rêxistinî xebat didomin.
Ji aliyekî din ve polêsan tesbît kir ku şexis li daîreyekê bikirê rûdînê. Polêsan li mala wî lêgerîn kir û ji bo îfadeyê bavê wî birin navenda polês.
Xwediyê mala zilamê kuştî Sait Kuçukoglu bo rojnamevanan axivî û wiha agahî da:
"Şikbar ji Sûriyê ye û navê wî A.S ye. Ev 3 sal in li vir rûdiniştin. Karek nedikirin. Nas û dostên wan arîkarî dikirin. Me tu carî ji tiştekî wisa guman nedikir. Dema ji Sûriyê hatibû aliyekî wî wek felcê bû, ev 6 meh in tedawî dibû. Diçû nexweşxaneyê û dihat. Li vir baş bû."