06 Îlon 2017•Rojanekirin: 06 Îlon 2017
ADANA
Li Edeneyê di operasyona li dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da 5 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyan, tîmên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna dijî Terorê ya Bajêr serê sibê li navçeya Seyhan û Yuregîrê di heman demê da operasyon bir ser 11 navnîşanên cuda.
Di encama operasyonê da 5 kes hatin binçavkirin. Ji bo 5 şikbarên ku der barê wan da biryara binçavkirinê hatiye derxistin jî xebatên lêgerînê dewam dikin.