Abdullah Tel
03 Hezîran 2016•Rojanekirin: 04 Hezîran 2016
ANKARA
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê bi saya îfadeyên terorîstên ku teslîm bûbûn cebilxaneya PKKya rêxistina terorê hat qefaltin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan operasyonên li Nisêbînê dest pê kiribûn dewam dikin.
Li ser îfadeya endamên rêxistinê yên ku meha borî teslîm bûbûn, hêzên ewlehiyê duh li cihên ku endamên rêxistinê di îfadeyên xwe de gotibûn li wê derê çek veşartine, nihêrtin.
Ji qata herî jêr a ku wisa tê texmînkirin endamên rêxistinê wek cebilxane bikaranîne da 27 keleş û 86 şarjorên wan, 2 demançe, RPG-7ek, kanaseka bi dûrbên û 5 şarşorên wê, 19 bombeyên dest, 5 mûhîmatên RPG-7ê, 6 guleyên sewqê yên RPG-7ê, 6 bêtêl û têlefonek hatin qefaltin.
Paqijkirina kuçe û kolanên Nisêbîna ku ji ber teqemeniyan gelek zirar dîtiye jî didome.