03 Hezîran 2016•Rojanekirin: 07 Hezîran 2016
VAN
Masiyên încî kefalê li dinyayê tenê di Gola Wanê de dijîn. Ev masî ji bo ku xerzên xwe daynin, ber bi avên şirîn ên ku diherikin behrê va diçin û berovajiyê çem û kaniyên herikbar avjeniyê dikin da ku xwe bigihînin avên şirîn.
Încî kefalên ku di dema xerzdanînê da wek masiyên somonê yên li Norwecê berevajiyê avê avjeniyê dikin û dema ku rastî astengan tên jî xwe çeng dikin. Wê ji aliyê Komeleya Çavdêrên Siruştê û derhênerê dîmenên binê avê Tahsin Ceylan bi projeyekî hevpar, bi pir alî wê ew "rêwîtî" têkeve berçav.
Serokê Komeleya Çavdêrên Siruştê Prof. Dr. Mustafa Sari û Derhêner Ceylan, li herêma Deliçaya navçeya Ercişê ku herî zêde koça wan masiyan tê da çêdibe, di bin avê da dest bi tomarkirina dîmenan kirin.