Nihat Kavşut
24 Hezîran 2017•Rojanekirin: 24 Hezîran 2017
ÎZMÎR
Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim li otêlekê di merasima pîrozbahiya eyda remezanê ya Serokatiya Îzmirê ya AK Partiyê da xeberda.
Serokwezîr Yildirim destnîşan kir cejna ewil a îsal 16ê nîsanê ye û wiha got: "We serfiraziya ku me di 15ê tîrmehê da bi dest xist bi 16ê nîsanê va xemiland û ji me ra xist cot eydan. Cejna ewil a îsal 16ê nîsanê ye. Em nika eyda duduyan derbas dikin."
Yildirim di xeberdana xwe da der barê meşa CHPyê ya ji bo girtina Enîs Berberogluyê Parlementerê CHPyê da wiha got: "Di nav meşê da ferq heye, hin kes ji bo gel dimeşin û hin kes jî belasebeb dimeşin. Heger tu nizanibî diçî ku derê rêyê te bi xwe ra bibe."