Nihat Kavşut
24 Hezîran 2017•Rojanekirin: 27 Hezîran 2017
ADIYAMAN
Çiyayê Nemrûdê yê li Adiyemanê ye di Eyda Remezanê da li benda ziyaretvanan e.
Çiyayê Nemrûdê yê li Kolika navçeya Adiyemanê ye di Lîsteya Mîrateyên Çandê ya Cîhanê ya Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) da cî digire.
Çiyayê Nemrûdê yê ji Qraltiya Kommageneyê maye bi girikê xwe yê 50 mêtro bilind û 150 mêtro fireh û bi berhemên xwe yên qerase li benda ziyaretvanan e.
Li Çiyayê Nemrûdê bi hatina havînê ra qerebalixî heye, lê tê texmînkirin di Eyda Remezanê da hejmara ziyaretvanan zêdetir bibe.
Mustafa Ekinciyê Midûrê Çand û Tûrîzmê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir li Adiyemanê ji bo pêşketina sektora tûrîzmê Walîtiya Adiyemanê projeyeke bihayê wê qederê 10 milyon ewro ye bi alîkariya Yekîtiya Ewropayê (YE) dimeşîne.
Ekincî destnîşan kir Çiyayê Nemrûdê di sala 1987an da hildane lîsteya çandê ya cîhanê û got em ê îsal salvegera wê ya 30yemîn pîroz bikin.
Bîlal Menteyê Berpirsiyarê Parkên Neteweyî destnîşan kir ji destpêka sezonê heta 18ê hezîranê 2 hezar kes hatine serdana Çiyayê Nemrûdê û got em texmîn dikin di Eyda Remezanê da 5 kes bên serdana Nemrûdê.