Haydar Şahin
24 Hezîran 2017•Rojanekirin: 25 Hezîran 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim di peyama eydê da got: "Komara Tirkiyeyê ya ku çanda wê ya demokrasiyê, nasnameya dewlata hiqûqî, xurtbûna hêzê, xwedîtecrubeya herêmî û girîngiya wê ya gerdûnî ya her diçe eşkere dibe ji aliyekî va hemû bendewarî û hewcediriyên welatiyên xwe hel dike û ji aliyê din va jî ji bo aştiya herêmî û kurewî wê bi hemû derfetên xwe berpirsyariyan hilde ser xwe û vê bidomîne."
Li gor daxuyaniya Mişawiriya Çapemeniyê ya Serokwezîriyê Serokwezîr Yildirim ji bo Eyda Remezanê peyam weşand.
Yildirim diyar kir ku eydî, hezkirin û merhemet hemû xusumetan ji holê radikin, Eyda Remezanê ji ji bo hemû welêt, alema Îslamê û însanetiyê bi xêr be û bibe wesîleya aştî û hizûrê.
- "Tirkiyeyê berpirsiyariya xwe bidomîne"
Serokwezîr Yildirim peyama xwe wiha domand:
"Em wek Tirkiyeyê dixwazin ku êş û janên li alema Îslamê bi dawî bin, hizûr, aştî û biratî li van deran bibin hakim. Em ji bo vê her tim dia dikin. Ji ber ku deriyên xwe ji bo penaberên ji Sûriye, Iraq û Efxanistanê ra vedikin ji hemû gelê xwe ra ji dil sipas dikim.
Tirkiyeya ku di alîkariya mirovahiyê ya kurewî da welatê herî xêrxwaz e, bi hemû quweta xwe va ji bo ku bibe dengê bêdengan, xwediyê bêxwediyan, hamiyê mezlûm û mexdûran ew ê xebatên xwe bidomîne û bibe dengê wijdana mirovahiyê.
Komara Tirkiyeyê ya ku çanda wê ya demokrasiyê, nasnameya dewlata hiqûqî, xurtbûna hêzê, xwedîtecrubeya herêmî û girîngiya wê ya gerdûnî ya her diçe eşkere dibe ji aliyekî va hemû bendewarî û hewcediriyên welatiyên xwe hel dike û ji aliyê din va jî ji bo aştiya herêmî û kurewî wê bi hemû derfetên xwe berpirsyariyan hilde ser xwe û vê bidomîne."