17 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2016
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim got: "Çeteyên rêxistina terorê ya paralel têk çû. Ev derbe teqez ser neket. Bila gelê me rehet be êdî jiyan normal bû.
Bila welatiyên me aram bin. Bi kelecan û bandora bûyerên nû ve bertekên zêde nîşan nedin. Hêzên Çekdar dahatûya me, temînata me ye. Tevgereke ku zirarê bide Hêzên me yên Çekdar nekin. Tevgereke ku zirarê bide nasnameya saziyê tu carê nekin.
Yên ku ji Hêzên Çekdar in, leşkerên ku welatê xwe, gelê xwe û alaya xwe hez dikin û yên ku ji çeteyên rêxistina terorê ne û cil û bergên wan li xwe kirine tevlihev nekin. Ew ne leşker in. Ew caniyên ku tank ajotine li ser welatiyan, êrîşî wan kirine û gunehê wan nehatiye ku gel bikujin. Cezayê ku heq dikin wê bixwin.
Belayeke din hat defkirin. Gelê me bêhneke rehet sitend, lê karê me neqediya. Ji vir pê ve em ê bilez operasyona paqijiyê bikin. Ji vir pê ve êdî tu kes wê curet neke ku li dijî vîna gel tevbigere. Bi vî awayî em ê cezayê van derbekarên derewîn yê ku heq dikin, bidin."