17 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Dema ku hewla wan bû tevgereke çekdarî, bi bangekê ji miletê me ra, ji 4 aliyên welêt, welatiyên me îcabeta daweta me kirin, rijiyan meydanan û gotin 'heger tank û topên wan hebin, ême jî îmana me heye' û ketin hember wan. Heta nuha 161 şehîdên me hene."
"Di hemû saziyên dewletê de paqijiya van vîrusan wê dewam bike. Lewra vê wek metastazê beden dorpeç kir. Mixabin wek virûsa pençeşêrê her aliyê dewletê pêça. Ji ber vê, me ev hemû dizanibûn û me ji hemû cihên eleqedar re ev got û em dibêjin.
Di demokrasiyê da xwestekên gel nayên piştguhkirin. Ev mafê we ye. Ev maf digel zemîna pêwist di destûrê da tê nirxandin, tê kirin û biryara wê tê dayîn. Heta îro em bi hestiyarî tevnegeriyan. Dema me biryarê xwe jî dan em hezar carî fikirîn. Anuha jî bi heman şiklî emê gavên erênî biavêjin.
Em tolhildêr nînin. Tolhildêrê herî mezin Xwedayê zul întîqam e. Di vê mînwalê da gavên ku em biavêjin em li gora slogana navêjin, lazim e em bifikirin û bi zanîn, bi tecribe gava xwe biavêjin. Aha encama vê ye ku Rêxistina Terorê ya Fethullahî her gava ku avêtiye bersiva wê dîtiye. Yan gel bersiv daye yan îradeya millî. Bersiva herî xweş gelê min î ezîz da.
Ewên ku tehemula yekîtî, bihevrayî, biratî û yekparçeyiya miletê me nakin, bi fermana şîretvanên xwe, di 15ê temûzê da bi tevgereke çekdarî, xwestin dewleta me kontrol bikin."