Nihat Kavşut
22 Îlon 2018•Rojanekirin: 22 Îlon 2018
KARS
Cinazeyê Sedanur Guzela 9 salî ya ku 7 roj berê li Pasliya gundê Qaqizmana navçeya Qersê wenda bûbû li texma gundê Pasliyê hat dîtin.
Waliyê Qersê Rahmî Dogan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku Sedanura 9 salî mirî hatiye dîtin û wiha got: "Tîmên JAKê yên Cendirmeyên Qersê kîlomêtroyek dûrî gund cinaze dîtin ku di bin keviran da hatibû veşartin. Wê xebatên lêkolîn û otopsiyê bên kirin."
Li Pasliya gundê Qaqizmana navçeya Qersê 16ê Îlonê Sedanur Guzela 9 salî ji bona fêkiyên çolê kom bike çûbû çolê û wenda bûbû.