Fatih Gazioğlu
22 Îlon 2018•Rojanekirin: 23 Îlon 2018
KARS
Cinazeyê Sedanur Guzela 9 salî ya ku 7 roj berê li Qaqizmana navçeya Qersê wenda bûbû li texma gundê Pasliyê di bin keviran da hat dîtin.
Waliyê Qersê Rahmî Dogan daxuyani da nûçegihanê AAyê û got ku cinazeyê Sedanur Guzela 9 salî li texma gundê Pasliyê di bin keviran da hat dîtin û wiha axivî: "Cinazeyê zarokê ji gund kîlometreyekê dûr ji aliyê tîmên JAKê yên cendirmeya bajêr va hat dîtin. Dibe ku kujer cinaze ji ciyek din anîbe vê derê û veşartibe. Yan jî li vê derê kuştiye û veşartiye. Lêkolîn û otopsiya li ser cinaze wê were kirin. Hevalên me li ser mijarê dixebitin. Piştî lêkolîn qediyan em ê daxuyaniyekê bidin."

Walî Dogan der barê Ertan Byê ciranê malbata Guzelê yê ku hatibû girtin da jî wiha got:
"Ev kes kesekî şikbar bû û hin sûcên wî yên din jî hebûn. Niha der heqê vî kesî da em nikarin tiştekî teqez bibêjin. Di destê me de agahiyên teqez hê tunene. Piştî lêkolînê wê eşkere bibe û dibe ku hin geşedanên nû jî çêbibin."
Piştî dîtina cinazeyê malbata zarokê, eqreba û hin welatî hatin ciyê bûyerê û giriyan.
Li Pasliya gundê Qaqizmana navçeya Qersê 16ê Îlonê Sedanur Guzela 9 salî ji bona fêkiyên çolê kom bike çûbû çolê û wenda bûbû.
Li ser îxbara gundiyan tîmên JAKê yên Cendirmeyên Qersê, yên Midûriyeta Rewşa Acil û Afatê (AFAD) û yên Xelaskirina Medîkal a Neteweyî (UMKE) ji bo dîtina zarokê dest bi xebatan kiribûn.