26 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2018
DIYARBAKIR
Cinazeyê terorîstê PKKyî yê ku ji ber êrîşa li Haniya navçeya Diyarbekirê ku Nazim Tuncerê polês şehîd bûbû lê digeriyan û di "kategoriya gewr" da bû binaxkirî hat dîtin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê di 17-26ê Kanûnê da piştî bûyerê ji bona berterefkirina êrîşkarên ku birîndar ji ciyê bûyerê revîn ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr 6 operasyon kirin. Li gor agahiyan bi hevkariya yekeyên îstixbaratê û gel 23yê Kanûnê di saet 13.30an da li dorbera gundê Bîrlikê cinazeyê Ayhan Kuçukçelebiyê bi nasnavê "Harun Kop" binaxkirî hat dîtin.
Li gor agahiyan îro jî di saet 11.15an da li dorbera gundê Bîrlikê cinazeyê Velî Taşkiranê bi nasnavê "Botan" hat dîtin ku di kategoriya gewr da bû û qaşo berpirsiyarê "Amedê" bû.
17ê Kanûnê di saet 15.30yan da li texma Kalabaya gundê Haniyê ekîbên Midûriyeta Ewlehiyê wesaîta ku endamên PKKyê tê da bûn teqîb kiribûn û di pevçûnê da ji 3 polêsan Nazim Tuncer şehîd ketibû û polêsek jî birîndar bûbû.