Önder Beyter
13 Mijdar 2018•Rojanekirin: 13 Mijdar 2018
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin wiha got, "Civaka navneteweyî ku li hemberî êrîşên Îsraîlê bêdeng dimîne, divê berpirsiyariyê hilde ser xwe û bikeve tevgerê."
Kalin di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê nirxandin.
Kalin da bibîrxistin ku di êrîşên Îsraîlê yên ku di van du rojên dawîn da li dijî Xezeya dagirkirî hatin kirin da 13 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn û wiha dewam kir:
"Van êrîşan careke din helwesta Îsraîlê ya hiqûqnenas, zordest û dagirker nîşan dane. Îsraîl divê demildest van êrîşên dijî gelê Xezeyê rawestîne. Civaka navneteweyî ku li hemberî êrîşên Îsraîlê bêdeng dimîne, divê berpirsiyariyê hilde ser xwe û bikeve tevgerê. Hemû dinya divê ji polîtîkayên dagirkerî û xakfirehkirinê yên Îsraîlê ra bêje 'bes e' ku Îsraîl dixwaze xaka Filistînê bixe girtîgeheke servekirî û herwiha statuya Qudsê guherand û provokasyon kir."
Kalin bal kişand ku gelê Filistînê tenê û bêçare nîne û wiha dewam kir, "Li Filistînê tekane çareserî, çareseriya damezirandina du dewletan e. Ew yek li ber çavan e ku hikûmeta heyî ya Îsraîlê bi çareseriya damezirandina du dewletan bawer nake û herwiha hewl dide ku pêvajoyê sabote bike. Çareseriyeke ku xema azadî û ewlekariya gelê Filistînê naxwe, mumkin nîne ku were qebûlkirin."
Kalinê ku ji bo şehîdên Filistînî ji Xwedê rehmet û ji bo birîndaran jî şifa niyaz kir wiha got, "Tirkiye dê di doza heq a gelê Filistînê da piştgiriya xwe bidomîne."