Haydar Şahin
13 Mijdar 2018•Rojanekirin: 14 Mijdar 2018
ÎSTANBUL
Bîlal Ekşiyê Midûrê Giştî yê Rêhewaya Tirkiyeyê (THY) diyar kir ku di nav 2 hefteyan da 15 hezar kesî Balafirgeha Stenboê ya ku ji 31ê cotmehê pê va lê dest bi firînan kirin bi kar anî û ji bo hetanî dawiya salê jî 43 hezar kesî rezervasyon kir.
Ekşî di hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got: "Balafirgeha Stenbolê difire. Ji îro pê va hejmara rêwiyên Balafirgeha Stenbolê bi kar anîn ji 15 hezarî derbas bû. Ji bo seferên me yên Enqere, Îzmir, Antalya, Ercan û Bakuyê yên rojane 43 hezar kesî bilêt kiriye. Projeya mezin, kelecaniya mezin."