Abdullah Tel
04 Îlon 2017•Rojanekirin: 05 Îlon 2017
ADIYAMAN
Çiyayê Nemrûdê yê dîrokî ku li rûyê dinyayê ji deverên herî xweş a roj lê dertê û diçe ava tê hesibandin, bi munasebeta Eyda Qurbanê ji hundir û derveyê welêt gelek tûrîst ezimandin.
Di seranserê tetîla eydê da heta niha bi qasî 20 hezar kesî Çiyayê Nemrûdê ku di nav sînorên Kehtaya navçeya Adiyamanê da cih digire ziyaret kirin.
Çiyayê Nemrûdê di nav Lîsteya Mîrateyên Çandî yên Dinyayê ku bi destê Rêxistina Perwerdehî, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) va tê amadekirin da cih digire.

Herêm wek Parka Neteweyî tê parastin û Çiyayê Nemrûdê tevlî gelek xweşiyên xwe bi saya bilindahiya xwe ya ku ji 2 hezar û 150 metreyî pêk tê jî balê dikişîne.
Lewra li rûyê dinyayê ji deverên herî xweş a ku roj lê dertê û diçe ava tê hesibandin û li serê çiyê ev yek bi çavên zelal gelek xweş tê tecrubekirin.

Almanya, Emrîka, Îsraîl, Ermenistan û Japonya di serî da ji hûndir û derveyên welêt herî kêm rojê 2 hezar tûrîst ji bo dîtinê tên Çiyayê Nemrûdê.
Turgay Turkê ji Îzmirê hatiye Çiyayê Nemrûdê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew cara ewil e berhem û dîmeneke wiha xweş dibîne û devî wî li serê vekirî ma.
Mete Karahanê qefleya ji 20 kesî pêk tê û tûrîstên wê ji Îsraîlê ne bir deverê jî diyar kir ku mêvanên wî Çiyayê Nemrûdê gelek ecibandin û heyran man.

Mustafa Bozkurtê tevlî malbata xwe ji Antalya hatibû dîtina Çiyayê Nemrûdê jî destnîşan kir ku ew der muzeyeke servekirî ye û ji kesên ji devê behrê dernakevin xwest ku bila parî berê xwe bidin deverên wiha yên dîrokî û ji vê xweşiyê bêpar nemînin.
Bîlal Menteyê ku li Çiyayê Nemrûdê wezîfedarê Parkên Neteweyî ye got ku ji destpêka betlaneya Eyda Qurbanê heta niha ji hundir û derveyê welêt 20 hezarî zêdetir tûrîst hatin ziyareta Çiyayê Nemrûdê.