Önder Beyter
06 Tebax 2018•Rojanekirin: 07 Tebax 2018
DIYARBAKIR
Pira Malabadê ku di Lîsteya Berwext a Mîrata Çanda Cihanê ya UNESCOyê da ye û herwiha nimûneyeke herî baş a endazyarî û mîmariyê ye, ligel ku gelek sal û zeman ji ser ra derbas bûye, hê jî li ser piyan e û li ber xwe dide.
Pira ku li Silîvana navçeya Diyarbekirê li ser Çemê Batmanê hatiye avakirin û di heman demê da li ser guzergeha dîrokî Rêya Karwanê ya Diyarbekir-Tebrîzê ye, bi kembera xwe ya 40,86 mêtro dirêj va li dinyayê pira herî dirêj a kembera kevir e.
Di çêkirina pirê da alavên ku hatine emilandin ji aliyê zanyariya endazyariyê va hesabê wê hatine kirin û herwiha bingehê wê û firehiya kembera wê jî yek bi yek hatine hesabkirin. Ev pireya ku odeyên wê hê jî tên emilandin û fîgurên wê li ser in, ligel ku ev 9 qirn e ji ser çêkirina wê ra derbas bûne, hê jî li ser piyan û li ber xwe dide.
Endamê Hîndekariyê yê Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Îrfan Yildiz di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku Pira Malabadê di çêkirina Pira Mostar û Pira Sokullu Mehmet Paşa yên li Bosna Hersekê da di warê çand û teknîkê da bandoreke xwe ya pir heye.
Yildiz destnîşan kir ku Pira Malabadê di 1445an da bi destê Necmeddîn Îlxaziyê kurê Tîmurtaş hatiye çêkirin û wiha dewam kir, "Ev pir bi odeyên xwe û bi tuwaleta xwe balê dikişîne."
Yildiz diyar kir ku pire ji aliyê dîroka hunerê va pir girîng e û lewma jî divê têkeve lîsteya serekî ya UNESCOyê û wiha got, "Di kitêba 'Dîroka Kurdan a Merwaniyan' a Îbnul Ezraq da behsa wê yekê tê kirin, bê ka pir çawa hatiye çêkirin, di kîjan qonaxan ra derbas bûne."