Haydar Şahin
13 Sibat 2018•Rojanekirin: 13 Sibat 2018
ÎSTANBUL
Pierluigi Collinayê Serokê Komîteya Hakeman a UEFAyê got dibê hakem îmaja gogelingê mihefeze bikin.
Li gor xebera li ser mapera înternetê ya UEFAyê hat weşandin, Collinayê Serokê Komîteya Hakeman a UEFAyê û hakemê berê wiha got: "Dibê em şert û mercan pêk bînin ku gogbaz bilîzin. Ji ber vê dibê ew li qadê bên parastin. Em naxwazin ku gogbaz di encama midaxeleyên zanatî yan jî nezanî da seqet bibin û tengasiyê bikişînin."
Collîna got gogbaz mecbûr in ku rêzê nîşanî reqîbên xwe bidin û wiha pê da çû: "Hakemê ceza bidin gogbazên ku midaxeleyî reqîbên xwe yên bi eşkeretî diçin golê biavêjin bikin. Wekî mayîn hakemê toleransê nîşanî wan gogbazan nedin ku li dijî reqîbên xwe bi helwesteke provokatîf tev digerin û wan aciz dikin."
Collîna got dibê hakem û gogbaz rêzê nîşanî hevdu bidin û wiha axivî: "Heke ev bibe her kesê li qadê karê xwe baştir bike. Ji bo alîgiran jî kelecanî û şahiyê zêde be. Gogeling lîstikeke xweş e û em dixwazin ku bira her tim wisa bimîne."