Türkan Tosun
04 Sibat 2018•Rojanekirin: 06 Sibat 2018
ANKARA
Di turnuvaya 'Golden Grand Prix'ê ya ku li Xirvatistanê hat lidarxistin de gulaşvanên Tirk 6 madalya qezenc kirin.
Federasyona Gulaşê ya Tirkiyeyê daxuyand di turnuvaya ku li paytext Zagrebê hat lidarxistin de Tîma Neteweyî ya Tirk madalyayeke zêr, 3 madalyayên zîv û 2 madalyanên bronz qezenc kir.
Tîma neteweyî 136 puan hilda û bû yekemîn.
Bi 134 puanan ve Macaristan bû duyemîn û 114 puanan ve jî Belarus bû sêyemîn.
Di 55 kîloyê da Doguş Ayazci madalyaya zêr xiste stûyê xwe.
Di 63 kîloyê da Rahman Bîlîcî, di 72 kîloyê da Yunus Ozel, di 130 kîloyê da Ramazan Sari madalyaya zîv qezenc kirin.
Di 55 kîloyê da Muslum Alinli, di 67 kîloyê da Volkan Çakil madalyaya bronz xistin stûyên xwe.