29 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 01 Sibat 2016
ANKARA
Dadgeha Destûra Bingehîn daxwazên tevdîrê yên kesên îdia dikin ku li Cizîra navçeya Şirnexê digel ku birîndarên jî nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê ya ji bo ku qedexeya derketina derve ya ku Walîtiya Şirnexê dabû neyê tetbîqkirin û yekîtiya wan a fikizî û jiyanî bê parastin, red kir.
Li gor îlana ku ji ser malpera Dadgeha Bilind hat dayîn 13 kesên ku li herêmê dijîn bêyî ku bi şexsî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin di 23yê kanûna paşîn û 26ê kanûna pêşîn de rasterast serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da û daxwaza tevdîrê kir.
DMMEyê di 26ê kanûna paşîn de biryar da ku daxwaza tevdîrê paş bixe. DMME bala xwe da pêşnedîtina rewşa pevçûna çekdarî ya li herêmê û guherbariya wê. Bi taybetî ji ber ku ev mijar ji aliyê tu meqamên darazê yên neteweyî ve nehatine lêkolînkirin kêmasiya agahiyan heye û zehmetiya hûnbûna rastiya bûyeran di bicîanîna peywirê de astengiyan derdixîne û DMMEyê ev yek wekî hinceta biryarê nîşan da.
DMMEyê diyar kir ku li gor prensîba duyeminiyê dadgehên neteweyî ji bo ku li ser van mijaran bisekinin di asteke baştir de ne, ji bo ku ji kesên ku jiyana wan di bin tehdeyeke rastîn an jî nêz de ye parastin bê pêkanîn û rayeya bi meqamên neteweyî û herêmî re rasterast têkilî danînê û derfeta wan heye. DMMEyê teşwîq kir ku serlêdêr demildest ji Dadgeha Destûra Bingehîn daxwaza tevdîrê bikin.
Di vê çarçoveyê de 3 parêzerên diyar kirin ku wekîlên serlêdêran in di 27ê kanûna pêşîn de bi daxwaza tevdîrê serî li Dadgeha Destûra bingehîn dan.
Di forma serlêdanê de hat xwestin ku biryara qedexeya derketina derve ya ku Walîtiya Şirnexê da neyê tetbîqkirin û di mijarên parastina yekîtiya fizîkî û jiyana serlêdêran biryara tevdîrê bê dayîn.
Dadgeha Destûra Bingehîn jî daxwazên tevdîrê red kirin. Dadgeha Bilind her wiha biryar da ku serlêdêran vexwînin ku rasterast bi meqamên kamûyê re têkilî dayne, meqamên kamûyê dema ku nediyarî ji holê rabûn bila bala xwe bide mafê jiyanê ya peywirdarên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê û ji bo ku serlêdêr bigihêjin xizmeta tenduristiyê tevdîrên hewcedar bigire, walitî bêyî ku derengî bikeve geşedanên paşê ragihîne Dadgeha Destûra Bingehîn, serlêdêr ên pişt re der barê geşedanan de di her merhaleyê de ji Dadgeha Destûra Bingehîn daxwaza tevdîrê bikin.
Di biryarê de mijarên wekî di çarçoveya agahî û belgeyên ku ji Walîtiya Şirnexê û parêzerên hat diyarkirin ku wekîlên serlêdêran in hatin bidestxistin de kesên hat diyarkirin ku serlêdêr in "heke bêdilî tevbigerin ku bi meqamên kamûyê re rasterast bikevin têkiliyê, meqamên kamûyê berhêliyê kesên sêyemîn bikin, der barê cihên ku lê ne de di dîrokên cuda de navnîşanên cuda dan zanîn" hatin destnîşankirin.
Di vê çarçoveyê de hat gotin ku şikên wekî ku ev kes her dem cî diguherin û ji bo ku bigihêjin xizmetên tenduristiyê bi meqamên kamûyê re rasterast têkilî dananin derketin holê.
Dan zanîn ji ber ku nediyariya ka kesên tên qalkirin birîndar in an na, heke birîndar bin rewşa wan xedar e an na, di bin kîjan şert û mercan de birîndar bûn, hemû birîndar in an na, çekdar in an na û li kîjan navnîşanê ne berdewam dike, di vê merhaleyê de dê nekarin ku biryara tevdîrê bidin.
Hat destnîşankirin ku digel vê dema ku nediyariya meqamên kamûyê ji holê rabû bila bala xwe bidin mafê jiyanê ya peywirdarên kamûyê û hêzên ewlehiyê, sitandina bergiriyên hewcedar di dewleteke hiqûqê ya demokratîk de bêyî ku lê binêrin ka kî ye mafê jiyanê bê parastin û ev berpirsyariyek e.