16 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2015
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê ji bo ku navçe ji terorîstan bê paqijkirin, bergiriyên ku hatine danîn bên rakirin, hendekên hatine kolan bên tijîkirin, teqemeniyên hatine veşartin bên îmhakirin operasyon tên kirin. Ji bo ku di operasyonan de sivîl zirarê nebinînin qedexeya derketina derve ya ku li taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê û Kolana Gaziyê di 11ê kanûna pêşîn de hat îlankirin berdewam dike.
Heta îro nêzî hezarî welatî ji tirsa canê xwe mecbûr man ku malên xwe biterikînin. Qaymeqamtî digel nan arîkariya xurekê dide malbatên ku ji ber bêderfetiyê di malên xwe de mane.
Welatî tên mixtariyan û pakêtên xurekê yên ku ji bo wan danîne wir hildidin.
Qaymeqamê Sûrê Memdûh Tûra daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li herêmên ku qedexe lê hene 25 hezar welatî dijîn û got ku "Me arîkariya xurekên hişk gihand 500 malbatî. Heke hewcedarî çêbe dê ev arîkarî berdewam bikin."