27 Gulan 2016•Rojanekirin: 28 Gulan 2016
KIRŞEHÎR
Serokomar Erdogan: "Projeyên ku me çêkir xeyalên wan têrê nakin, ferqa me ev e. Evana bêşermên wisa ne ku radibin di Meclisê da ji Serokomar û parlementeran ra çêran dikin. Di van da exlaq tuneye, heysiyet tuneye. Lewra evana celadên heysiyetê ne, evana xwînmij in."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kirşehîrê di bernameya pîrozbahiyê ya Hefteya Axîtiyê da xeberda.
Erdogan di xeberdana xwe da bal kişand ser girîngiya Tirkiyeyê û wiha got: "Tirkiye tenê bi sînorên xwe yên heyî dewletek nîne. Tirkiye di heman demê da ji bo kesên ku xwe perçeyekî vî gel û vê medeniyet û dîrokê dibînin, hêvî ye. Em ji bo birayên xwe yên ku ji me bawer kirine paşeroj û pêşeroj in."
Serokomar Erdogan bal kişand ser Rêxistina Terorê ya Paralel û wiha axivî: "Me got rêxistina terorê ya îllêgal ku legal xuya dike û wek Rêxistina Terorê ya Fethulahî biryara pêşniyazê girt û ji hikûmetê ra şand. Niha em ji hikûmetê jî li benda biryara Lijneya Wezîran in û em ê wek rêxistina terorê tescila wê bikin."
Erdogan di axaftina xwe da der heqê endamên rêxistina terorê yên teslim bûn da jî wiha peyivî: "Binihêrin, niha jî bi komî tên û dibêjin 'em hatin xapandin.' Dibêjin di ciyê ku em bên kuştin, em hatin cem we. Divê kesên ku teslim bûn ji bo yên din jî bibin mînak. Dewleta Komara Tirkiyeyê nîşan da ku li dijî kesên ku çek hildane çiqas xwedî merhemet e. Dînê me û baweriya me wiha emir dike."