Abdullah Tel
22 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2016
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku ew dixwazin serkêşê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) Fetullah Gulen bînin Tirkiyeyê û got ku daxwaza wan a ji DYAyê eşkere ye, heke ew li dijî terorê hevkariyê dikin lazim e ji wê hevkariyê jî encamên berbiçav derbikevin holê.
- "Di çarçoveya xwespartina siyasî da nîne"
Çavuşoglu der barê eskerên derbeker ên ku reviyan Yewnansitanê da jî got: "Kesên derbe kirine daxwaza xwespartina siyasî dikin. Ew di çarçoveya xwespartina siyasî da cih nagirin. Ji saziyên Yewnanistanê hêviya me ew e ku bila hevkariyê bikin, adîl tevbigerin û wan xayinan bişînin Tirkiyeyê."