22 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2016
ANKARA
Piştî hewla derbeyê ya endamên Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) pankartên ku li ser wan "Artêş û gel bi hev ra" û "Hakimiyet ya gel e" hatine nivîsandin û alaya Tirkiyeyê li Baregeha Sererkaniyê hatin dardakirin.
Di dema hewla derbeyê ya FETO da qasî demekê kontrola Baregeha Sererkaniyê ketibû destê serbazên alîgirê derbeyê, Sererkan Orgeneral Hulusî Akar û hin fermandar rehîn hatibûn girtin.
Piştî hewla derbeyê bi emrê Orgeneral Akar va pankartên ku li ser wan "Artêş û gel bi hev ra" û "Hakimiyet ya gel e" hatine nivîsandin û alaya Tirkiyeyê li Baregeha Sererkaniyê hatin dardakirin.
Bi emrê Sererkan Orgeneral Hulusî Akar di panoyên dijîtal da alaya Tirkiyeyê û nivîsa "Hakimiyet ya gel e" hatibûn weşandin.