Türkan Tosun
23 Gulan 2018•Rojanekirin: 24 Gulan 2018
ERZURUM
Li Qereyaziya navçeya Erziromê jê 2 zarok birûskê 4 kesan xist û ew rakirin nexweşxaneyê.
Li taxa Uzengiliyê O.K. (15), O.K. (14), Emîn Kazir (51) û Vedat Koçak (19) dema heywan diçêrandin birûskê li wan xist û ew birîndar bûn.
Welatiyan caw da servîsa rewşa acil a 112yê. Tîmên tenduristiyê ew rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Erziromê û Nexweşxaneya Lêkolînê ya Yakutiyeyê.
Emîn Kazirê ku li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Yakutiyeyê tedawî dibe ji nûçegihanê AAyê re got dema baran gur bariye ew çûne li ser girekî û sîwana xwe vekirine ku baran xilas bibe.
Kazir got ji nişkêva dengek hatiye û birûskê li wan xistiye û wiha axivî: "Ji ber birûskê kincên me şewitîn. Kincê yên din jî dişewitî, min bi çakêtê xwe va agir vemirand. Paşê ewil em rakirin Nexweşxaneya Qereyaziyê. Doxtor û hemşîre gelekî bi me ra eleqedar bûn. Şikir em baş in."