Abdullah Tel
03 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2018
ŞANLIURFA
Abdurrahman Dîlîpak, Mustafa Armagan û Ataol Behramoglu beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya ku ji hêla Ajansa Anadoluyê (AA) va tê kirin bûn û wêneyên ku ecibandin, bijartin.
Dîlîpak, Armagan û Behramoglu di çarçoveya 2yemîn Fûara Pirtûkan a Neteweyî ya Şanliurfayê da hatibûn bajêr û wan wêneyên ji hêla nûçegihanên AAyê ku li hundir û derveyê welêt hatibûn kişandin yekoyek mêze kirin û agahî hildan.
Abdurrahman Dîlîpak di kategoriya "Nûçe"yê da "Protestoya li hemberî hêzên Îsraîlê" ya Alî Jadallah, di kategoriya "Jiyan"ê da "Kalê Elî û Pisîkên wî" ya Îlhamî Çetîn û di kategoriya "Spor"ê da jî "Akrobatê Bihesp" a Serhat Zafer kişandibû hilbijart.
Mustafa Armagan jî di kategoriya "Nûçe"yê da ji bo wêneya "Îniya amadehî û hişyariyê" ya Alî Jadallah, di kategoriya "Jiyan"ê da ji bo wêneya "Brûskên li Stenbolê" ya Emrah Yorulmaz û di kategoriya "Spor"ê da jî ji bo wêneya "Şampiyonaya Kareteyê ya Dinyayê" ya Burak Akbulut ray da.
Di dengdayîna "Wêneyên Salê" ya AAyê da Ataol Behramoglu di kategoriya "Nûçe"yê da wêneya Ozkan Bîlgîn a bi navê "Ewilî eskerên li ser sînor fitara xwe vekirin", di kategoriya "Jiyan"ê da wêneya Îlhamî Çetîn a bi sernava "Kalê Elî û Pisîkên wî" û di kategoriya "Spor"ê da jî wêneya Serhat Zafer a bi serenavê "Akrobatê Bihesp" hilbijart.
Dîlîpak, Armagan û Behramogluyê di dengdayîna "Wêneyên Salê" ya AAyê da ku ji bo wêneyên ecibandin ray dan pesnê AAyê dan û gotin ku xwedî kadroyeke xurt e û di nîşandina wexta demkî da xwedî serkeftineke mezin e.