İbrahim Atmaca
05 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2018
ANKARA
Bi beşdariya personelên Ajansa Anadoluyê (AA) va perwerdeya midaxaleya agir û tetbîqat hat kirin.
Amirê Îtfaiyeyê yê Serokatiya Daîreya Îtfaiyeyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Nurettîn Ayaz li ber avahiya AAyê di çarçoveya Qanûna Tenduristî û Ewlehiya Kar a hejmara wê 6331 e da perwerde da û qala tiştên ku dema şewatê da divê meriv bike, kir.
Ayaz diyar kir ku wek Serokatiya Daîreya Îtfaiyeyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê di nav wezîfeya wan da dayîna perwerdeya temirandina agir jî heye.
Ayaz bal kişand ku divê meriv rast midaxaleyî agir bike, dema şewatê dest û piyê meriv li hev neale û meriv baldar bibe.
Ayaz got ku li paytextê ku nifûsa wê nêzî 6 milyonî bû, şewat pir zêde dertê û hişyarî da kesên ku li Enqereyê dijîn ku di mijara agir da balda bin û tevdîra xwe hildin.
Ayaz daxuyand ku girîng e ku meriv dema şewatê demildest cabê bide îtfaiyeyê, navnîşanê rast û bê kêmasî bide, wê demê divê meriv ceyran û xaza siruştî bibire, dema ku ji avahiyê dertê jî li asansorê siwar nebe, heta ku îtfaiye tê cihê bûyerê heke ku hebe meriv bi cîhazên temirandinê va midaxaleyî şewatê bike.
Ayaz destnîşan kir ku li Enqere û çend bajarên der û dora wê êdî nimreya îtfaiyeyê jî bû "112" û ev wê di demeke nêz da li her derê Tirkiyeyê were sepandin. Ayaz destnîşan kir ku divê bi êxbarên ne rast va têlefonên êxbara acil ya "112"ê neyê meşxûlkirin.
Ekîbên îtfaiyeyê paşê bi beşdariya personelên AAyê va tetbîqata temirandina agir kir.
Di tetbîqatê da agir berdan tupeke mezin û benzîn ser lastîka tekerê û kirin û agir berdanê. Paşê bi tûpên temirandina agir va ew agir temirandin.