17 Tebax 2016•Rojanekirin: 17 Tebax 2016
GAZÎANTEP
Li Oguzeliya navçeya Gazîantepê ji bo zexîra zivistanê tînin bîber, kundir, balîcan û zerzewadan qax dikin. Ev navçe havînê dibe wek "depoya zerzewadên qaxkirî" ya Tirkiyê.
Navçe 14 kîlomêtre dûrî navenda bajêr e û 30 hezar nifûsa wê heye. Li vê navçeyê hema bê her kes bi zerzewadên qaxkirî debara xwe dike.
Van salan hilberîna organîk roj bi roj zêde dibe. Li navçeya Oguzeliyê jî ji bo zexîra zivistanê amadehî tên kirin.
Bîber û balîcanên ku ji nav zeviyên zerzewadan tên berhevkirin, li kuçeyan tên paqijkirin, hundirên wan tên valakirin û paşê li ser xaniyan an jî li nav eraziyên vala li ber tava havînê tên raxistin ku hişk bibin. Balîcan 2, bîber jî 4 roj şûnda tên berhevkirin û bendan tê ra derbas dikin û dibin difroşin.
Şaredariya Oguzeliyê dixwaze ku hilberîner rasterast bigihêje kiryaran û bifroşê. Ji bo vê jî perwerde da hilberîneran.
Şaredarî bi biştgiriya Ajansa Pêşketinê ya Îpekyoluyê ve perwerdeyê dide cotkaran û ji bo ku qax bi navê "Qaxa Oguzeliyê" bên firotin jî miteşebusan digere.
Şaredarê Oguzeliyê Mehmet Saît Kiliç ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku navçe bi çandinî û heywandariyê va debara xwe dike û wiha axivî: "Ev 10 sal e welatî sebzeyan hişk dikin. Ev aboriya navçeyê pêşva dibe. Her sal 100 milyon balîcana reş, 80 milyon îsota hişkirî, 40 milyon jî kundir û xirtik tê firotan. Bi saya vê firotinê havînê aboriya navçeyê pêşva diçe. Li hundirê welêt û dervayî welêt her diçe mirov sebzeyên hişkirî dikirin."
Kiliç got ku divê navçe di vî karî de bibe markayek û wiha axivî:
Ev, meseleya pêvajoyê ye. Înşellah ev zerzewadê hişkirî ê ku li Oguzeliyê tê hilberandin dê bibe marqe û kêrî aboriya navçeyê were. Xebatên me yên seba wî berdewam in. Divêtin em di vî warî da serbikevin. "
Kiliç bal kişand ku li navçeyê seba pêşxistin û teşwîqa zerzewadê hişkirî, şaredarî jî alîkariyê dide û wiha got, "Kesên ku ciyekî teze taleb dikin, em digel makîneyên şixul tîrêjên rojê hesab dikin û ciyekî nû didin wan."
- "Hemû organîk in"
Kiliç diyar kir ku berhemên mîna îsot û bacanê reş dikarin heya zivistanê jî bimînin, lê zivistanê tam û lezeta zerzewadê ter nabe mîna yê hişkirî û wiha xeberda:
"Ev berhem xwezayî tên ajotin û hişkirin. Anku hemû organîk in. Fêkî û zerzewadê ku hûn zivistanê peyda dikin, li serayan bi rêbazên ne xwezayî tên hilberîn. Bo nimûne, dolmeyên ku hûn zivistanê çêdikin, carekê bi van berhemên hişkirî carekî jî bi yên zivistanê biceribînin. Ferqa di navberê da herkesê bi awayekî hêsan bibîne. Yên ku vî diceribînin dibin mudawîmên berhemên hişkirî yên navçeya me."