Sevim Hatun
17 Tebax 2016•Rojanekirin: 17 Tebax 2016
VAN
Kitêba Anadolu Agencyê (AA) ya "Kêlî bi Kêlî Hewla Derbeyê ya FETO"yê li Wanê li gundiyan hat belavkirin.
Li Gurpinara navçeya Wanê, kitêba AAyê ya "Kêlî bi Kêlî Hewla Derbeyê ya FETO" ya ku qala kronolojiya teşebûsa derbeyê ya FETOyê ya di 15ê tîrmehê de û bertekên piştî teşebûsa derbeyê dike, amade kiribû li welatiyan hat belavkirin.
Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî kitêbê da û di demeke kurt da hemû kitêb hatin belavkirin.
Ji gundiyan Ramazan Kutur ji nûçegihanê AAyê ra wiha axivî:
"Rabûn tang, tifing, guleyên vê dewletê li hemberî vî miletî û dewletê bi kar anîn. Tu dîn evana qebûl nake. Înşallah ew ê dewleta me di demeke kurt da li welêt qadeke aram pêk bîne. Yekîtî û bihevrabûna ku gel li hemberî hewla derbeyê nîşan da lazim e bê parastin."