Türkan Tosun
03 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2018
HAKKARÎ
Li Hekariyê der barê kûçikê ku hat birîndarkirin û paşê telef bû da lêpirsîn hat destpêkirin.
Gundparêzekî li ber qeraxê Çemê Zapê kûçikekî birîndar dît.
Wêne û dîmenên kûçik li ser medyaya civakî hatin parvekirin.
Cîgirserokê Şaredar Cuneyt Epcîm ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand piştî ku haya wan ji bûyerê çêbûye wan lêpirsîn daye destpêkirin û ewê vê bûyerê bişopînin.
Midûrê Karên Beytariyê ya Şaredariyê Emrullah Kanar jî got polêsan haya wan pê xistiye û wiha axivî: "Em li kûçik geriyan û piştî demekê me di bin kevirekî da dît. Me kûçik anî klînîka beytar a şaredariyê. Herdu çavên kûçik hatibûn derxistin. Li vir me kûçik derman kir lê hişk bû. Me kûçik binax kir."