İbrahim Atmaca
03 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê germa hewayê wê ji germa demsalê 5 û 7 pileyan zêdetir be.
Li gor agahiya ku ji rayedarên Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat hildan, li gor texmînê li herêmê hewa wê kêm ewrayî û sayî be.
Li herêmê tê payîn ku germa hewayê li gor demsalê wê di navbera 5 û 7 pileyî da zêde bibe.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Qersê 14, li Erzincanê 15, li Erziromê 16, li Agirî û Erdexanê 17, li Tunceliyê 18 û li Îdirê 23 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin ku nava roja germa hewayê ya herî zêde li Îdirê 39, li Tuncelî û Erzincanê 38, li Agiriyê 35, li Erziromê 33, li Qersê 32 û li Erdexanê 31 pile be.
Rayedaran hişyarî da ku hewa germ e û bira kal û pîr, nexweş û zarok di navbera saet 11.00 û 16.00î dernekevin derva ku tav li wan nexe.