24 Tebax 2017•Rojanekirin: 24 Tebax 2017
DIYARBAKIR
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê der barê Parlamentera Diyarbekirê ya HDPyê Sîbel Yîgîtalpê de fezleke amade kir.
Di fezlekeyê de hat gotin Yîgîtalpê di 28ê tebaxa 2016an de li navçeya Sûrê di kongreya Serokatiya Navçeya Sûrê ya HDPyê de axaftinek kiriye û qismekî axaftina wê di MED NÛÇE TVya kanala rêxistina terorê de zindî hatiye weşandin.
Hat gotin Yîgîtalpê behsa operasyonên li dijî PKKyiyan kiriye û fezlekeyê wiha dewam kir: "Sûcên "Propagandaya rêxistina terorê" û "Bî eşkere biçûkdîtina Hikûmeta Komara Tirkiyeyê, leşkerên dewletê û teşkîlata ewlehiyê " hatiye kirin. Li gor madeya 83yemîn a Destûra Bingehîn divê parêzbendiya wê bê rakirin da ku bê darizandin."
Ji bo ku bigihêje destê Serokatiya TBMMyê dadgehê fezleke şand Wezareta Dadê.
Dema ku parêzbendiya Yîgîtalpê bê rakirin der barê wê de ji ber sûcên "Propagandaya rêxistina terorê" û "Bî eşkere biçûkdîtina Hikûmeta Komara Tirkiyeyê, leşkerên dewletê û teşkîlata ewlehiyê " wê ji salek û şeş mehan heta 7 salan cezayê hepsê bê xwestin û doz bê vekirin.