24 Tebax 2017•Rojanekirin: 25 Tebax 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di nav 3 salan da 86 caran derkete ziyaretên li dervayî welêt.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin Erdogan di navbera 28ê tebaxa 2014an û 10ê tebaxa 2017an da herî zêde welatên Ewropayê ziyaret kir.
Erdogan 21 carî çû 16 welatên Ewropayê û têkilî danî. Serokomar Erdogan di heman demê da carekê çû Îngiltere, Letonya, Estonya, Fransa, Ukrayna, Slovenya, Slovakya, Romanya, Arnawidistan, Xirvatistan, Polonya, Belarûs û Bosna-Hersekê, du caran çû Almanyayê, 3 caran jî çû Fransa û Belçikayê.
Erdogan di sala 2014an carekê, di sala 2016an da 3 caran û îsal jî carekê çû DYAyê û Kolombiya Kuba, Meksîka, Şîlî, Perû û Ekvadora welatên parzemîna Amerîkayê ziyaret kir.
Erdogan di çarçoveya ziyaretên fermî da di nav 3 salan da 4 caran çû Rûsyayê, 3 caran çû Çînê û di sala 2015an da jî çû Îranê.
Erdogan ji xêncî welatên Ewropayê gelek caran welatên Rojhilata Navîn jî ziyaret kir. Erdogan 5 caran çû Erebistana Siûdî, 3 caran çû Qeter û Kuweytê, carekê jî çû Behreyn û Urdinê.
Serokomar Erdogan li Afrîkayê jî çû ziyareta Cezayir, Etiyopya, Cibutî, Somalî, Senegal, Diranêfîl, Gana, Nîjerya, Gîne, Uganda, Kenya, Tanzanya, Mozambîk, Madagaskar û Gîneya Ekvadorê.
Erdogan 3 caran çû ziyareta Qibrîsa Bakur a Komara Tirkan, Azerbeycan û Pakistanê, 2 caran çû Tirkmenistanê, carekê jî çû ziyareta Efxanistan, Qazaxistan, Ozbekistan, Endonezya, Japonya û Hindistanê.
Serokomar Erdogan di sala 2014an da 12 caran 12 welat, di sala 2015an da 33 caran 28 welat, di sala 2016an da 22 caran 20 welat û îsal jî 19 caran 15 welat ziyaret kir.
- Ziyareta 65 bajaran
Serokomar Erdogan di heman tarîxan da giranî da ser ziyaretên xwe yên li nav welêt jî.
Erdogan Antalya, Rîze, Qeyserî, Gazîentep, Trabzon, Kocaelî, Qonya, Balikesîr, Bursa, Çanakkale, Îzmir, Meletye, Mêrdîn û Şanliurfa ji carekê zêdetir ziyaret kir.
Serokomar Erdogan 65 bajar 147 caran ziyaret kir.