12 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2017
ANKARA
Li Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Paralel (FETO/PDY) da der heqê 34 xebatkarên berê yên TRTyê biryara binçavkirinê hat dayîn.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hat hildan, di çarçoveya lêpirsînên ku li sazî û dezgehên qamûyê li dijî FETO dewam dikin da, der heqê 34 xebatkarên berê yên TRTyê da ku li gor tesbîtê bikarhênerên ByLockê ne, biryara binçavkirinê hat dayîn.
Li gor biryarê kar û barê binçavkirinê dest pê kir.