10 Hezîran 2016•Rojanekirin: 11 Hezîran 2016
ANKARA
Wezareta Edaletê, Kemal Kiliçdaroglu, Devlet Bahçelî, Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdagê Hevserokên Giştî yên HDPyê jî di nav de 117 dosyeyên der heqê 57 parlementeran de şand dozgerên eleqedar. Der barê van parlementeran de pêvajoya darazê dest pê kir.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kirin piştî ku guherîna destûra bingehîn a der heqê rakirina destlênedayîna parlementeran de di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket meriyetê di 799 dosyeyên der heqê 152 parlementeran de yên ku li TBMM û Wezareta Edaletê ne astengiya lêpirsînê ji holê rabû.
Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag di bernameyekî televîzyonê de eşkere kir ku dosyeyên li wezaretê yên der heqê parlementeran de dê îadeyî dozgeriyên komarê yên ku lê hatin amadekirin bikin û li ser vê yekê pêvajoyeke nû dest pê kir.
94 dosyeyên der heqê parlementerên HDPyê de, 16 dosyayên der heqê parlementerên CHPyê de, 3 dosyeyên der heqê parlementerên MHPyê de, 4 dosyeyên parlementerên AK Partiyê de yên li Wezareta Edaletê şandin dozgeriyên komarê.
- 15 dosyeyên Demirtaş hatin şandin
15 dosyeyên Selahattîn Demirtaşê Hevserokê Giştî yê HDPyê gihandin dozgeriyên ku lê hatin amadekirin. Yek ji dosyeyên ku hatin şandin de tê diyarkirin ku Demirtaş endamê rêxistina terorê ya çekdar e û sûcdarkirinên din ên ser Demirtaş de wiha ne:
"Bi awayekî eşkere biçûkdîtina hikûmeta Komara Tirkiyeyê, bi awayekî eşkere biçûkdîtina esker û teşkîlata ewlehiyê ya dewletê, bi awayekî eşkere biçûkdîtina gelê tirk, Komar û Meclisa Mezin a Tirkiyeyê, bi awayekî eşkere gel tehrîkê kîn û dijminiyê dike, propagandaya rêxistina terorê, gel ji bo ku guh nede qanûnan tehrîkkirina gel, heqaretê Serokomar."
- Dosyeyekî Yuksekdag ji avakirina rêxistinê
Di dosyeyên Yuksekdagê yên ku îadeyî dozgeriyê kirin de jî tê îdiakirin ku ji bo sûckirinê rêxistin ava kiriye, propagandaya rêxistina terorê kiriye, bi awayekî eşkere tehrîk dike ku sûc bikin.
- Fezlekeya "xwîn"ê ya Kiliçdaroglu
Tê diyarkirin ku di 5 dosyeyên Kiliçdaroglu yên ku şandin dozgeriyê de jî tê diyarkirin ku sûcên heqareta serokomar, bi awayekî eşkere gel tehrîkê kîn û dijminiyê dike kiriye. Di nav fezlekeyên ku wezaretê şand de dosyeya ku ji ber sûcê "di nav gel de derxistina kîn û tehrîkê" yên der heqê gotinên Kiliçdaroglu yên ku di 11ê gulanê de der heqê pergala serokatiyê de gotin ên wekî "Hûn bêyî ku xwîn birijin nikarin vî welatî pergala serokatiyê pêk bînin" jî cî digire.
Her 2 dosyeyên Bahçeliyê Serokê Giştî yê MHPyê yên ku şandin dozgeriyan jî ji ber sûcên heqareta Serokomar in.