EKÎP
27 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2017
TUNCELÎ
Qaymeqamtiya Hozata navçeya Tûnceliyê ji bo ku jin tevkariyê bidin aboriya malên xwe ji vir 5 meh berê qursa dergûşên rêsandî vekir. Qurs ji bo qursiyeran bû deriyê debarê.
Ji vir 5 meh berê di pêşengiya Qaymeqamtiya Hozatê û piştgiriya Midûriyeta Îş-Kurê ya Tûnceliyê û Midûriyeta Perwerdeya Gel va qursa dergûşên rêsandî hat vekirin.
40 jinên ji navçeyê qursa ku bi tevkariya Walî û Wekîlê Şaredarê Tûnceliyê Tuncay Sonel û Qaymeqamê Hozatê Huseyîn Çam va dewam dike xilas kirin. Qursiyerên jin di 5 mehan da kêmzêde 5 hezar dergûşên rêsandî çêkirin.
Jin û qîzên malan yên ku emrê wan di navbera 18 û 60î da ne di hefteyekê da ji 250yî zêdetir dergûşên rêsandî çêdikin. Ji ber ku li piyaseyê eleqeyeke mezin nîşanî van dergûşan dan jinan siparîşa 5 hezar dergûşên din jî hilda.
Gulşen Yildiza ji berpirsyarên qursê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji vir 5 meh berê dest bi qursê kirin û di destpêkê da hin tengasî kişandin.
Yildizê got bi perwerdeyê va destê wan li ser vî karî rûnişt û dest pê kirin dergûşên rêsandî çêkirin, dema ku ew dergûşan çêdikin sîparîş jî tên.
- Dergûşên hatine rêstin bala zarokan dikişînin
Yildizê destnîşan kir tîtikên li piyaseyê tên firotin plastîk in û wiha got: "Dergûşên tîtik yên em çêdikin organîk in. Dema em çêdikin ji bona bala zarokan dikişînin em ji qereqterên xêzefîlman çêdikin. Carna em di roj û nîvekê da temam dikin, lewra karekî zor e. Em hemû perçeyen cuda cuda çêdikin û pey ra bi hev va dikin."
Gulşen Yildizê diyar kir kesên tên qursê dikarin him li malê û him jî li qursê tîtikên dergûşan çêkin û wiha got: "Jinên timî karên malê dikin dema tên vir him ji stresê derdikevin û him jî bi mesrefên biçûk pere qezenc dikin. Mehê 600-700 lîre dikeve destê wan. Loma jî jin eleqe nîşan didin. Di destpêkê da 20 kes hebûn, lê niha 40 kes hene."
- Eleqeyeke mezin ji bona dergûşên organîk heye
Yildizê diyar kir jinên li qursê serkeftî dibin bi hosteyî karê xwe dikin û got ku her cure qereqterên xêzefîlman bi teknîkên rêstinê çêdikin.