16 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2016
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar di binê sifirê da bi 20 pileyî va li Agirî û Qersê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, bi şev germahiya hewayê li Îdirê 3, li Tûnceliyê di binê sifirê da 4, li Ezircanê di binê sifirê da 6, li Erziromê di binê sifirê da 14, li Erdexanê di binê sifirê da 19, li Agirî û Qersê di binê sifirê da 20 pile hat pîvandin.
Herêm di bin tesîra hulmegura bilind a Sibiryayê da ye û hewayê ewrsayî derbas be. Dibe ku bi şev û destê sibê cemed çêbe û mij bikeve. Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Îdir, Ezircan û Tûnceliyê 4, li Erziromê 0, li Erdexanê di binê sifirê da 1, li Agiriyê di binê sifirê da 2, li Qersê di binê sifirê da 3 pile be.
Qalindahiya berfê li Agiriyê 32, li Erziromê 25, li Qersê 18, li Erdexanê 17, li Tûnceliyê 11, Qonaxliya Navenda Xweşiqitandinê 115, li Palandikena Navenda Xweşiqitandinê 107, li Cibiltepeya Navenda Xweşiqitandinê 80, li Ergana Navenda Xweşiqitandinê 55 santên hat pîvandin.
Li herêmê berf cara caran dibare û di çûyîn û hatinê da pirsgirêk derdikevin. Ji ber berf û bagerê rêya 24 gundên Qersê, 23 gundên Tûnceliyê, 8 gundên Erdexanê girtî ne.
Ji bo vekirina rêyên girtî ekîbên îdareya taybet a bajaran û yên şaredariyan bênavber dixebitin.