05 Nîsan 2017•Rojanekirin: 05 Nîsan 2017
ERZURUM
Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag got 2 kesên ku di êrîşa bi sîlahên kîmyewî da mirin û 30 nexweş anîn Tirkiyeyê û wiha axivî: "Di destê me da dane hene ku ev êrîşa kîmyewî ye. Em van daneyan dokumante dikin û ji Rêxistina Tenduristiya Dinyayê ra dişînin. Dibê mirovahî li ber vê mijarê bêdeng nemîne."
Wezîr Akdag der barê êrîşa rejima Beşar Esed a bi sîlahên kîmyewî ya li ser Xan Şêxûna bajaroka Îdlibê da daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku ji do pê va 2 mirî û 30 nexweş anîn Tirkiyeyê.
Akdag destnîşan kir ku 2 kesên di êrîşê da miribûn jî anîn Tirkiyeyê û wiha pê da çû: "Wek mayîn ji do pê va hejmara nexweşên ku me midaxele kir 30 kes bûn. Ya rastî ev li gor agahiyên ku gihîştin ber destê me ye. Hejmara ku hê negihîştiye me ji vê zêdetir e. Bi sedan meriv. Kesên ku mirine zirareke mezin dîtine. Di destê me da dane hene ku ev êrîşa kîmyewî ye. Em van daneyan dokumante dikin û ji Rêxistina Tenduristiya Dinyayê ra dişînin. Dibê mirovahî li ber vê mijarê bêdeng nemîne."
Wezîr Akdag got dibê meriv li ber bûyerên ku li Sûriyeyê diqewimin bêdeng nemîne û wiha pê da çû:
"Divê hemû dewletên dinê yên bihêz ji vê yekê ra bêjin 'na'. Rejimeke zalim bêyî cudakirina zar û zêç, kal û pîr, hemle û nexweş hema bi ser însanan da bombeyan berdide xwarê û di ser da jî bi bombeyên kîmyewî êrîş dike. Ev, wehşetek e dijî mirovahiyê ye. Yên ku bûne sebebê vê wehşetê, ez lanetê ji wan ra dixwînim. Em di mehên mibarek da nin. Xwedê cezayê wan bide."
Akdag destnîşan kir ku nexweşên tên Tirkiyeyê, li Gazîentab û Hatayê tên dermankirin.