Muhammet Kurşun,Ramazan Toprak
05 Nîsan 2017•Rojanekirin: 06 Nîsan 2017
ANKARA - RAMAZAN TOPRAK/MUHAMMET KURŞUN
Şaredarê Sûra Diyarbekirê yê berê Cemal Toptanci diyar kir ku kurdan zerera herî mezin li Tirkiyê ji Sîstema Parlamenteriyê dîtiye û got: "Kurd di vê sîstemê de hatine înkarkirin, zimanê wan qedexe bûye û zilm dîtine. Ji bo heqên ku bi dest xistine biparêzin û xwe zêdetir îfade bikin dê kurd bêjin erê."
Cemal Toptanciyê ku di heman demê de bi nivîskarî, rewşenbîrî û rihspîtiya xwe di nav kurdan de tê naskirin, der barê rengê dengê kurdan ji bo peyamnêrê Ajansa Anadoluyê axivî.
Rewşenbîrê Kurd Toptanci, destnîşan kir ku dê kurd di referandûmê de bêjin "erê" û sedemê wê jî wiha rave kir:
"Sedemê wê jî gelekî besît e. Di tarîxa Cumhûriyeta Tirkiyê de, sîstema ku ku herî zêde kurd veder kirine, tune hesibandine û zerermend kirine ev sîstema parlamenteriyê ya mewcûd e. Kurdan dîtiye ku sîstem ne di bin îradeya millet de ye ku unsûrê esasî yê vî welatî ye, lê di bin tehekkuma unsûrên Kemalîst de ye ku neteweperest in û wesayeta sîstemê dikin."
Toptanci der barê miameleya sîstema Kemalîst de wiha dewam kir:
"Derbeyên eskerî û tunehesibandina kurdan û berhemê demokrasiya sîstema Kemalîst hatine sepandin. Di encamê de bi salan zimanê wan jî qedexe bû. Lê piştî ku sîstem van serdemên dawîn hinekî be jî ji wesayetê xelas bû dengê 'erê' di encama eqlê siyasî yê îro de gihîştiye encamekî."
Di dawiyê de jî nirxandina xwe wiha anî ziman:
"Ji bo ku heqên xwe yên demokratîk ku bi dest xistine biparêzin, xwe zêdetir û baştir îfade bikin, hewceyiya xwe ya jiyaneke di nav aştiyê de bidomînin dê kurd terciha xwe di warê 'erê' de bikin."