05 Nîsan 2017•Rojanekirin: 05 Nîsan 2017
ANKARA
Serokomar Erdogan: "Mixtarên me niha hezar û 406 lire miaş distînin û me got 'ev têrê nake.' Me got , 'wek mayîn prîmên Saziya Ewlehiya Civakî hene û divê bên çareserkirin.' Saziyên me amadehiyên xwe temam kirin û em ê bi biryarnameyê vê meseleyê çareser bikin. Wê êdî prîmên Saziya Ewlehiya Civakî ya 613 lire ye bi destê dewletê bên dayîn."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Çand û Kongreyê ya Beştepeyê xitabî mixtaran kir.
Serokomar Erdogan diyar kir dema Serokwezîr û Serokê Giştî bû, wî der heqê guhertina pergalê da xebatên berfireh kiriye û wiha got: "Em gihîştin qonaxekê, êdî dema axaftinê nîne. Êdî ew dem e gel wê li ser sandoqê biryara dawîn bide û ev hingivê hat amadekirin, îkramî milet dikin. Mixalefeta sereke diaxive, lê em dikin. Ferqa me ev e."
Erdogan der barê gotinên Parlementerê Konyayê yê CHPyê Bozkurt da wiha xeberda: "Serokê wan ê giştî derdikeve û diaxive. Dibêje 'li gorî min ev rast nîne.' Nebêje 'li gorî min ev rast nîne', divê tu demildest vî mirovî îxrac bikî, biavêjî. Heger tu neavêjî ev CHP wê here. Navê vê yekê cudaxwazî ye, welatparçekirin e."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ez di jiyana xwe ya siyasî da nehatime xapandin û wiha got: "Ka li vê gotinê mêze bike, '15ê Tîrmehê derbeyeke veşartî ye'. Te vê rayeya heqaretê li ku dît tu heqaretê li şehîtên me dikî? Heke derbeya veşartî hebe, zerre misqal heysiyeta te hebe, zerre misqal şexsiyeta te hebe, derkeve bi dosyeyên xwe va îsbat bike. Çi hewce dike em jî bikin. Ez di jiyana xwe ya siyasî da nehatime xapandin, ne jî min kesek xapandiye. Ji îro şûnda jî ne em ê kesî bixapînin, ne jî kesek wê me bixapîne."
Erdogan destnîşan kir werin em 16ê Nîsanê bi hev ra tifaqa neteweyî û xwemalî çêkin û wiha xeberda: "Ez bang li welatî û xwîşk û birayên xwe yên dil dane AK Partî, MHP, Partiya Yekîtiya Mezin, CHP û Partiya Seadetê dikim, werin em 16ê Nîsanê bi hev ra tifaqa neteweyî û xwemalî çêkin û hewl bidin Tirkiyeya pêşeng û Tirkiyeya mezin bi awayekî din îhya û ava bikin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di xeberdana xwe da wiha got: "Kesên ji Tayîp Erdogan hez dikin hene û yên hez nakin hene. Ez rêzê nîşanî hemûyan didim. Ez bawer dikim her kes mitabiq e Tayîp Erdogan li dijî Tirkiyeyê tiştekî neyînî nake. Ha ez ji we ra bêjim kî ji min hez nake; rêxistina terorê ya cihêkar ji min hez nake. FETO ji min hez nake. Kesên li pey rantê ne ji min hez nakin. DEAŞ ji min hez nake. Hin serok û Rojava ji min hez nakin, kesên portre danîn pêşiya parlementoya Swîsreyê û çek kutan netika min ji min hez nakin. Jixwe meriv ji wan tu tiştekî hêvî nake. Jixwe em li bendê nînin ew ji me hez bikin, bira gelê me ji me hez bike, heq qebûl bike, rizeya wî qezenc bikin ji me ra bes e."
Erdogan di axavtina xwe da wiha got: "Ez wisa bawer dikim xwîşk û birayên min ên dil dane CHPyê jî rêvebiriyeke wiha heq nakin. Aqûbeta hişmendiya siyaseta ji gel û heqîqetê dûr, biyanî û di dinyaya xwe ya sexte da hepiskirî maye wê bişibe aqûbeta kadroyên partiyan ên salên 1990î. Gelê me çawa wan di sadoqê da têk bir, wê aqûbeta vê hişmendiyê jî wisa be. Ez vê bibêjim."
Serokomar Erdogan destnîşan kir em hemû parêzvanên xwe yên ewlekariyê sîgorte dikin û wiha peyivî: "Wezareta me ya Karên Navxweyî ew ê polîçeya sîgorteyê razîne, parêzvanên me yên ewlekariyê ew ê wek kesên din ên bisîgorte xizmeta tenduristiyê bistînin."
Erdogan di xeberdana xwe da got PYD û YPG mimkûn nîne bibe cînarê Tirkiyeyê û wiha got: "Hûn qet mereqa nekin. Me niha li Cerablusê çi kir, li Raiyê çi kir, me pişta wan şikand. Bizanin PYD û YPG, ev hemû neyarên Tirkiyeyê ne."
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da diyar kir pêwistiyê dibînin projeyan amade bikin û vîzyonekê derxin holê û wiha dewam kir: "Êdî ew ê navê kesê gotina wî tuneye ji gel ra bibêje, projeya wî tuneye qal bike û xwediyê vîzyonê nîne di siyasetê da neyê rojevê. Ya rastî ez bi xwe jî ji bo hilbijartina Serokomariyê ya mijdara 2019an pêwistiyê dibînim projeyan amade bikim û vîzyonekê derxim holê. Em ê bixebitin."