24 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2017
ANKARA
Di roja 154emîn a Herekata Mertalê Feratê da Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê 107 hedefên DEAŞa rêxistina terorê bombe kirin û 13 terorîst hatin berterefkirin.
Di serî da DEAŞ operasyona Mertalê Feratê ya li bakurê Sûriyeyê ji bo berterefkirina talûkeya terorê di 24ê tebaxa 2016an da dest pê kir, di roja 154emîn da dewam dike.
Di operasyonê da 107 hedefên DEAŞa rêxistina terorê hatin bombekirin.
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li El Babê 9 hedefên DEAŞê tesbit kirin û bi operasyona esmanî îmhe kirin.
Hêzên esmanî yên koalîsyonê li herêmên Bzagah û Kabr al Murkiyê 5 operasyonên esmanî kirin û di operasyonê da wesaîteke cebilxanebarkirî, avahiyek û 2 hewan hatin îmhekirin.
Wek mayîn di operasyonê da 13 terorîst hatin berterefkirin.