24 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2017
ANKARA
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di 6ê Tebaxa 2016an da bi sernavê "Kesên ji cî û warên xwe bûn: Heqê vegerê ya xelkê Sûrê" raporek weşand û Wezareta Karên Navxweyî der barê raporê da daxuyaniya çapemeniyê da.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin rapor qala rastiyan nake û wiha hat gotin: "Tirkiye 40 sal in li dijî PKKya rêxistina terorê şer dike. Rêxistin 40 sal in dibe sedem bi hezaran kes bimirin û azadî û heqê jiyanê binpê dike."
- "Rêxistineke bêbext a terorê"
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin PKK di lîsteya terorê ya YE, DYA û gelek dewletan da ye û wiha hat gotin: "Tirkiye li gor qanûn, norm, standart û belgeyên mafên mirovan têkoşîna xwe ya li dijî terorê dimeşîne. Ji ber propagandaya PKKya rêxistina terorê Tirkiye dibe hedefa îdiayên bêbingeh."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku dema Tirkiyeyê der barê standardên Demokratîk de gav davêtin, di 22yê tirmehê ya 2015an de li Ceylan Pinarê di avahiyên TOKÎyê de 2 polês şehît bûn. Ji tirmeha 2015an vir ve PKKê dest bi çalakiyên terorê kir.
- "Tirkiye tenê bi rêxistina terorê PKKê re tekoşînê nade"
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku piştî 22yê tirmehê hêjmara welatiyên ku di êrîşên têxistina terorê PKKê de mirin gihaşt 335an. Di van êrîşan de 2 hezar û 106 welatî jî birîndar bûn.
Her wiha hat ragihandin ku di êrîşan de 859 wezîfedarên ewlehiyê şehîd ketin. 4 hezar û 711 wezîfedarên ewlehiyê jî birîndar bûn. Ji aliyê din ve di êrîşa rêxisitina terorê de Qaymeqamê Dêrikê Mihemed Fatîh Safiturk jî şehîd ket.
Daxuyanî wiha dewam kir: Tirkiye wek welatekî xweser, demokratîk û girêdayî hiqûqê mecbur e ku welatiyên xwe li dijî terorîzmê biparêze, tevdîrên hewce dike hilde, li gor rêbazên navneteweyî li ser axa xwe pergala kamuyê biparêze. Di vê çarçoveyê de dewleta me bi biryar e ku çalakiyên li her aliyê welêt hewl didin ku pergala kamuyê xirab bikin, ji holê rake. Tirkiye li herêmê bi tenê li dijî rêxistina terorê PKKê têkoşînê nade. Hêzên me yên çekdar li hember rêxistinên terorê DEAŞ, FETO, DHKP-Cyê yên ku di êrîşan de bi sedan kesî dikujin jî têkoşînê dide. Tirkiye bêyî ku cudahiyê bixe navbera wan li hember hemû rêxistinên terorê têkoşînê dide. Hin welatên Ewropayê jî ji ber tehdîda terorê rewşa derasayî îlan dikin. Lê Tirkiyeyê di wê demê de jî rêbazên ku di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de cih digrin sînor nekir."
- "A meşrû, tevdîrên hevseng û pêwîst in"
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Tirkiyeyê di çarçoveya sînorên hiqûqê û yasayên navneteweyî da ji bo ku welatiyên xwe ji rêxistina terorê PKKyê biparêze, operasyonên dijî terorê li dar xistine. Tevdîrên Tirkiyeyê yên di çarçoveya operasyonên dijî terorê da, tevdîrên meşrû, hevseng û pêwîst in ku welatiyên xwe ji PKKyê diparêze."
- "Bingeha yasayî ya qedexeya derketina derva heye"
Di daxuyaniyê da herwiha bal hat kişandin ku li deverên ku qedexeya derketina derva tê sepandin, di serî da mafê jiyanê, ewlekarî û azadî, parêzbendiya xanî û avahiyê dibin hedefa êrîşên terorê û ji ber hindê ew şert û merc çêdibin ku walî an jî qaymeqam vê erka xwe bisepînin.
Herwisa daxuyaniyê wiha domand, "Tevdîra qedexeya derketina derva di hiqûqa navweyî da xwedan bingeha yasayî ye. Ne biryareke dadgeha navweyî û ne jî biryareke Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê heye ku bereksê vê destnîşan dike. Serîlêdanên rawestandina qedexeya derketina derva ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha me ya Destûrê va nehatin qebûlkirin."
- "Ji bo ku sivîl zirarê nebînin tevdîr"
Di daxuyaniyê da hat gotin, di têkoşîna terorê da hêzên ewlehiyê di hemû operasyonan da li gor hiqûqê rayeya xwe bi kar tînin, çekê bi kar tînin. Heke bikaranîna rayeyê ji qanûnê der be, der heqê kesên ku dereqanûnî tevgeriyan e da lêpirsînên edlî û îdarî hat vekirin.
- "Li Sûrîçiyê hezar û 129 avahî bi temamî xerab bû"
Ji ber çalakiyên rêxistina terorê ya cudakar li herêmê gelek avahiyan xesar hilda, gelek avahiyên dîrokî xerab bûn.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Ji ber êrîşên terorê li sûrîçiyê heta niha 129 hezar awahî bi temamî xirab bûne. Nêzî hezar û 269 awahiyan ji xisar dîtiye. Ev reqam mezinahiya xisarê nîşand dide. Sala 2015an de me 12 awahî jî îstimlak kirin. İdiaya ku tê gotin ku li Sûrê ji sedî 98ê erdê hatiye îstimlakkirin derew e."
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ji çêkirina ciyên zirar dîtin xebatan dike.
- "Rapor bêalî nîne"
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin rapor bêalî nehatiye amadekirin û wiha hat gotin: "Di raporê da têkoşîna dewletê ya li dijî terorîzmê hate piştguhkirin."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin xizmetên dewletê yên li herêmê dewam dikin û hat gotin têkoşîna li dijî terorê wê bi biryardarî dewam bike.